شبكة لالش الاعلامية

Antî-Teror a Kurdistanê: Ebû Ebdurehman Şîşanî hat kuştin

Antî-Teror a Kurdistanê: Ebû Ebdurehman Şîşanî hat kuştin

Çavkanî :BasNews

Antî-Teror a Herêma Kurdistanê ragihand, ku berpirsekî mezin ê DAIŞê yê bi navê Ebû Ebdurehman Şîşanî li başûrê Mûsilê hatiye kuştin.

Hêza Antî-Terorê ya ser bi Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “di êrişeke firokeyên şer ên hevpeymanan de, terorîstê mezin Ebû Ebdurehman Şîşanî hat kuştin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Terorîstê mezin Tamas Şîşanî yê naskirî bi ebû Ebdurehman Şîşanî û çend alîkarên wî di roja 17-09-2016 de li nêzîkî devera Elşor a li başûrê Mûsilê bûna armanc û hatin kuştin.”

Pêştir û di çend demên cuda de nûçeya kuştina wî serkirdeyê mezin ê DAIŞê hatibû belavkirin, lê belê ev cara yekemîn e ku Hêza Antî-Terorê ya ser bi Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi fermî nûçeya kuştina wî radigihîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandek ji welatê Îtalyayê seredana perstigeha Laliş kir

Lalish Duhok

PAK: Em Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên xwe yên Êzidî pîroz dikin

Lalish Duhok

Şêx Şamo li ser mezarê nemiran: hêzek li erdî da nîne Şingalê‌ ji Kurdistanê‌ cuda bike

Lalish Duhok