شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 810 kes bi coronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 810 kes bi coronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 1074 kes bi vîrusa coronayê ketin û 7 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 536 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 7 hezar û 725 pişkinînên coronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 1074 pêketiyên nû yên coronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 536  nexweşên coronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de 3 kes  li Hewlêrê  û  4 kes Silêmaniyê bi giştî 7 kesan bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 139 hezar û 296 kes tûşî vîrusa coronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 117 hezar û 452 kes baş bûne û 3 hezar û 876 tûşbûyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş tayê Şarya hate rêzlênan

Lalish Duhok

Bingehê laliş : birîndar kirina hestê Êzidya nayê qebul kirin

Lalish Duhok

Belavkirina selikên xwarinê li ser hejmarek malbatên kampa Cîm Maşko

Lalish Duhok