شبكة لالش الاعلامية

Civata Rûhanî ya Êzidiyan: Ewên Fermanberên Duhokê teror kirin dê li Şingalê nemînin

Civata Rûhanî ya Êzidiyan: Ewên Fermanberên Duhokê teror kirin dê li Şingalê nemînin

Çavkanî :Basnews

Civata Rûhanî ya Êzidiyan tekez kirk u, ew kes û aliyên dû fermanberên Duhokî teror kirin li ser axa Şingalê namînin.

Îro 3 Cotmehê Endamê Civata Rûhanî ya Êzidiyan Qewal Behzad Silêman ji BasNews re ragehand: “Cihê kesên ku dixwazin fitneyekê dinavbera pêkhateyên Şingalê de çêbikin li Şingalê nîne, xelkê Şingalê wê wan ji xwe dûr bixin, jiber dema kareseta Şingalê qewimî, xelkên Herêma Kurdistanê û bitaybet xelkên parêzgeha Duhokê deriyên malên xwe jibo biryarên xwe yên Êzidî vekirin, lêbelê îro birayên me li çiyayê Şingalê têne terorkirin, Êzidî dê bê deng nemînin û bi hemû şiyanên xwe hewilbidin ku, tawanbaran eşkerebikin.”

Navborî got jî: “Dema ku ew fermanberên Duhokê ber bi Şingalê ve çûn bi xiyanetî hatin şehîdkirin, lewma Civata Rûhanî ya Êzidiyan, biryar daye ku bi ti şêweyî Êzidî li ser şehîdkirina wan herdu fermanberan bê deng nemînin û komîteyek lêkolîner li ser wê rûdawê pêkbê, jibo ku rastî werin eşkerekirin, çi kesê ew fermanber şehîdkibe ti cudabûn di navbera wan û DAIŞê de nîne, cihê tawanbaran li ser axa Şingalê nîne.”

Berî niha Qayimeqamê Şingalê Mehema Xelîl ji BasNews re ragehandibû ku herdu fermanberên Duhokê, li navçeyekê di bin deselata Gerîlayên PKKê hatibûn teroro kirin, guman jî heye ku PKKê ew herdû kes ku, wek Pêşmergeyên xwepexş li Şingalê diman.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îro yekem roja cejna Cemayê ya kurdên Êzdî ye

Lalish Duhok

Konê Reş:Stranek Xurfanî ji bo Şingalê

Lalish Duhok

Kemal Tolan: Peyamek jibo birêvebirên komcivîna şêwra rêvebirîtiya avakirina bîranîngeha Êzdiyan ya li Almaniya yê ra.

Lalish Duhok