Berpirsê leqa Şingalê yê PDKê: Ew dû fermanber hatin teror kirin
Encûmena ruhanî ya êzdî û kesayetiyên Şingalê daxwaz ji PKKê dikin ku Şingalê vala bikin û vegerên cîhên xwe.
Berpirsê leqa Şingalê yê PDKê Wehîd Bakozî ji BasNewsê re ragehand: ‘’îro 03.10.2016ê civîn di navbera encûmena ruhanî ya êzdiyan û kesayetên êzdiyan hate kirin, ku civîn de li ser daxwaza leqa 17ê ya PDKê pêkhatiye û li ser babeta kuştina dû fermanberên bê tewan, ku xizmet ji xelkê Şingalê re kirine.’’ Herwaha got: ‘’Kuştina wan her dû fermanberan teror kirin bû, dûr bû li hemû pêwerekî, li ser vê babetê şandeyekî PDKê û endamên encûmena parêzgeha Nînowa û şêwirmendên pêkhateya êzdî, em çûn gel Babeşêx, me daxwaz jê kir derbarê vê bûyerê de helwêsta xwe diyar bike.’’ Herwaha diyar kir: ‘’Îro wek berdewama vê hevdîtina li gel Babeşêx, encûmena ruhanî ya êzdî civîn û çend daxwazek pêşkêşî PKKê kirine, yek ji wan jî vala kirina Şingalê bûye, ji ber danûstandinên PKKê yên kuştin, revandina keç û ciwanan û zarokan zêde bûye û PKK hewldanên fitneyê li herêmê dide.’’
Li gor wî berpirsê PDKê îro helwêsta civata ruhanî ya êzdiyan ew bûye ku PKK herêmê vala bike û dibêje: ‘’Eger ew berevaniya xelkê hin de bikartînin, wê demê Pêşmerge jî heta azadkirina Kobanê li vê herêmê bû û piştre xwe vekişî û tu xirabiyek nekir ku bibe cîhê nîgeraniya xelkê Kobanê, ji ber wê jî dema ji Kobanê xwe kêşandin xelkê gul li ser wan barandin.’’
Wehîd Bakozî herwaha ronî kir, ku ew karê ku PKK dike nayê pejirandin, ji ber: ‘’Nabe bê pejirandin, li ber çavên me û xelkê, keç û zarokan di revînin, em jî piştevaniyê li nêrînên encûmena ruhanî û kesayetên êzdî dikin ku PKK vê navçeyê vala bike.’’
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
