شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş û Kunsilê Rusya tekezyê li xurtkirina peywendîyan dikin

Bingehê Laliş û Kunsilê Rusya tekezyê li xurtkirina peywendîyan dikin
Tora Laliş/Duhok

Îro 16î Gulana 2023 li baregayê Bingehê Laliş li Duhokê, berêz”Se’îd Cirdo”serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş pêşwazya berêz “Miksîm Rubîn” kunsilê dewleta Rusya li Herêma Kurdistanê û şandê di gelda kir.

Di hevdîtnekêda bi amadebûna cêgirê serokê bingehê laliş û endamên desteya bilind,behsê vehwandina penaberên Kurd bi şêweyekî giştî û Êzidiyan bi taybetî li rojanên derdeserî û nexoş da ji layê êketya sufyeta berê û pêşwazîkirina serkirdê nemir Mistefa Barzanî û hevalên di gelda hate kirin.

Ji layê xove Kunislê Rusya dupatî li xurtkirina peywendîyên rewşenbîrî di navbera Kunisilxana Rusya li Hewlêra Paytext û Bingehê Laliş da kir û piştevanya xo jî li ser pêdana kursyên xwandinê taybet bo qutabyên Êzidî li Zankoyên Rusya diyarkir.

Miksîm Rubîn,kunsilê Rusya aşkerakir;ku ew dê balyozê Rusya li bexda agehdar ken seredana kempên awaran li parêzgeha Duhokê biken û xoşhalya xo jî derbirî bi jîn û jiyara ciwan ya li Kurdistanê hey.

Di layekê dî da Se’îd Cirdo,serokê bingehê laliş bi têr û teselî behis li bingehê laliş û kar û çalakyên encam didet dane diyarkrin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zarok û gencên Kurdên Êzdî bi sîstemeke taybet fêrî ola Êzdiyatiyê dibin

Lalish Duhok

Naveroka axaftinên serokê Herêma Kurdistanê yên merasîma Şingalê de!

Lalish Duhok

Kareseta Şingalê di mozexaneyên Amerîka de tê parastin

Lalish Duhok