شبكة لالش الاعلامية

Duhok – Bi amadebûna Wezîrê Tenduristiyê ve Yekemîn Kongreya Sîmulasyona Tenduristî birêve çû

Duhok – Bi amadebûna Wezîrê Tenduristiyê ve Yekemîn Kongreya Sîmulasyona Tenduristî birêve çû

BasNews – Îro 29.04.2023yê li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê duyemîn roja Kongreya Sîmulasyona Tenduristî bi amadebûna Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve birêve çû.

Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh ev kongre destpê kir, ku yekem kongreye li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê û hejmarekî zêde ji kesayetên diyar ên di warê tenduristiyê li ser asta Herêma Kurdistan, Iraq û derveyî Iraqê di vê kongreyê de beşdar in.’’

Wezîrê Tenduristiyê got: ‘’Ev kongre yek ji kongreyên giring e û pêngavekî gelek başe kul i Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê ya li Duhokê avêtiye. Ji berk u dê bibe sedem ku perestar ango hemşire bikarin di astekî baştir de reftarê li gel nexwaşan bikin.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku di vê kongreyê de behsa pêşxistin û çaksaziyên perwerde û rahênan a pratîkî ya bijîşkî û perestariyê tê kirin û hêvîdarim ev xizmetekî zêdetir ji sektor tenduristiyê re bide.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hakim Rizgar Mihemed Emîn: Dadgeha Federal a Iraqê di bingeh de nedestûrî ye

Lalish Duhok

Li Enqerê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî hate avakirin

Lalish Duhok

Barzanî:Ji bo nehiştina yek carî ya DAIŞê pêwîst e sedemên serîhildana wê nemînin

Lalish Duhok