شبكة لالش الاعلامية

Îro 32yemîn salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê ye

Îro 32yemîn salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê ye

BasNews – Îro 05.03.2023ê salvegera destpêkirina Raperîna gelê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis a Iraqê ye, ku karî ji bo cara yekem piraniya xaka Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis rizgar bike û Kurdan karîn li Başûrê Kurdistanê desthilatê bi dest xwe bixin.

Raperîna gelê Kurdistanê di 5ê Adara 1991an de li dijî rêjîma Beis a Iraqê dest pê kir û di yekem roja Raperînê de, devera Ranya û Qeladizê hatin rizgarkirin. Piştre jî gelê Kurdistanê bi piştevaniya Pêşmerge rabûn ser pêyan û Kerkûk û çend navçeyên din rizgar kirin.

Raperîna gelê Kurdistanê bi piştevaniya Pêşmerge, ji encama zulm û zordariya rêjîma Beis a li dijî Kurd hat, serkeftin jî ji yekgirtiya gel û yekdengiya hêza siyasî pêk hat, ku karî di heyameke kurt de piraniya xaka Başûrê Kurdistanê rizgar bikin û dawî bi desthilatdariya dagîrkeran bînin.

Piştî Raperînê bi salekê, serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, di 19/5/1992an de hilbijartina Parlemantoya Herêma Kurdistanê ji bo yekem carê hat kirin, ev jî wek destkefteke girîng a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê tê hejmartin, ji ber ku di dîrokê cara yekem bû Kurd bûn xwedî parlemanto û hikûmet. Herêma Kurdistanê ji bilî encamdana projeyan di tevahiya waran de, serkirdatiya siyasî ya Kurd karî di rûyê dîplomasî de pêwendiyan bi welatên cîhanê re fereh bike û daxwaz û mafên Kurda bigihîne navendên siyasî yên cîhanê.

Îro jî ku salvegera Raperînê tê bibîranîn, bi gotina berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê, hîn jî astengî û fişar li navxweya Iraqê û li ser asta herêmî li pêş statûya Herêma Kurdistanê heye, bi taybet di warê siyasî û aborî de.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zanîngehek herî mezin ya cîhanî kursa zimanê Kurdî ji bo xwendevanan vedike

Lalish Duhok

Jineka Êzidî bu peyvdara barageha Barzanî.

Lalish Duhok

Hejmareke koçberên Êzidî li ser sînorê Polonyayê li ber mirinê ne

Lalish Duhok