شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî di serê sala nû de tekezî li peyama aştîxwazane û çanda pêkvejiyanê dike

Serok Barzanî di serê sala nû de tekezî li peyama aştîxwazane û çanda pêkvejiyanê dike

BasNews- Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina serê sala nû ya zayinî peyamek belav kir û tê de tekezî li peyama aştîxwazane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir, ew hêva heye ku di qonaxa paşerojê de pêgavên hikûmet û proseya siyasî ya Iraqê di çarçoveya destûr de û bi arasteya berjewendiyên gelên Iraq û her wiha berçavgirtina prensîpên hevbeş û hevsengî û lihevkirinan de be.

Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala nû ya zayînî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, germtirîn pîrozbahiyê li welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyan dixwazim.

Evê helkeftê bi derfet dizanim ku tekezî li peyama aştîxwazane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê bikim. Gelê Kurdistanê herdem bawerî bi aştî û birayetiyê hebûye û xwazyarê eweye kêşe û giriftan bi rêya diyalog û bi zimanê hevdutêgihiştin û dûrketina ji hêrs û înkariyê bêne çareserkirin.

Di derbarê proseya siyasî ya Iraqê jî em bawer in niha derfeteke nû ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê de peyda bûye û bi hemû şiyanek ve piştgîriyê li bicîhkirina wan rêkeftinan dikin ku li navbera aliyên siyasiyên Iraq û her wiha di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê de hatine bestin.

Ew çaverêyî heye ku di qonaxa paşerojê de pêgavên hikûmet û proseya siyasî ya Iraqê di çarçoveya destûr de û bi arasteya berjewendiyên gelên Iraq û her wiha berçavgirtina prensîpên hevbeş û hevsengî û lihevkirinan de be.

Di dawiyê de hêviya ewe dixwazim sala nû, sala xweşî û bexteweriyê bê ji bo hemû welatiyên Kurdistan û Iraqê û aştî û tebayî ji bo navçeya me û hemû mirovayetiyê pêk bê.

Mesûd Barzanî

31.12.2022

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

bingehê lalish : serxoşyê li şehîd buna pêşmergê qareman Neqîb Bekir Mîrza di ke

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransa

Lalish Duhok

Wezîrê Perwerda Hikumeta Herêma Kurdistanê piştevanya xwe bo xwendkarên Êzidî dûpat dike

Lalish Duhok