Peyama Bingehê Laliş bo sala nû 2023ê
Bi helkefta hatina sala nû ya 2023ê, ciwantrîn pîrozbahîyan arastey hemû xelkê Kurdstanê û Iraqê û cîhanê dikeyn, hîvîxwazîn sala nû bibe sala xêr û xoşî û bi hevrejiyan û aştyê bi ser hemû pêkhateyan da.
Hevdem, hîvîxwazin ev sale bi dawîhatina wan nehametyan bit bi serê Êzdiyan da, û dayk û xuşkên meyên didestê DAIŞ da vegerne nav me û navçeyên Êzdiyan aramî û eulehyê bi xwe ve bbînin.
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî di çar mehên sala derbazbûy da çendîn çalakî û projeyên rewşenbîrî û komelayetî encamdayne û li ser heman bîrubawerên xizmetkirinê di berdewamin ku xizmeta çand û keltûr û rewşenbîrya êzdînasyê li ser astê Kurdistanê û Iraqê bi taybet û welatên Êzdî lê dijîn bi giştî bikeyn û eve ji hêlên giştên karnameya stratîjya Bingehê Laliş e.
Dûbare hemû roj û salên we xoş bît
Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/ Duhok
31\12\2022
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî