شبكة لالش الاعلامية

BARZANÎ DİÇE ÎRANÊ – Di rojevê de ‘Serxwebûn’ jî heye

BARZANÎ DİÇE ÎRANÊ – Di rojevê de ‘Serxwebûn’ jî heye

 Çavkanî :Rûdaw

  Tê pêşbînîkirin ku di vê mehê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Tehranê bike û ligel Elî Xamineyî hevdîtinekî bike.

Beriya çend mehan rêveberiya Îranê bi fermî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwende Tehranê. Hate zanîn ku niha di astekî bilind de amadekariya vê serdanê tê kirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, roja Yekşema borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bi şandekî re çûbû Tahranê.

Berpirsê Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ligel Îranê Ebdullah Akreyî ku di şanda Nêçîrvan Barzanî de çûbû Taranê, ji Rûdawê re axivî û got:

“Cenabê Serok Barzanî li hêviya demekî guncaw bû ji bo serdana Îranê bike. Dibe ku di vê mehê de ev serdan pêk were.”

Akreyî da zanîn ku dê Barzanî ligel Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bicive.

Hate gotin ku dê yek ji rojeva Serok Mesûd Barzanî, mijara serxwebûna Kurdistanê be.

Derbarê vê yekê de jî Ebdullah Akreyî diyar kir, “Cenabê Serok gotinên xwe li hemû deran weke hev dibêje. Bi nêrîna min Îran dijberiya kurdan nake û nabe rêgir.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî ligel şandeke Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman dicive

Lalish Duhok

Gencekî Êzidî xelatê êkê bi yarya bazdanê bi dest xist.

Lalish Duhok

Ji bo yekem car Fîlmên Festîvala Navnetewî ya Fîlm a Duhokê di nav kampên penaberan de tê pêşandan

Lalish Duhok