OPERASYONA MÛSILÊ – Bandoreke cidî dê li Kurdistanê bibe!
Çavkanî :Rudaw
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand operasyona rizgarkirina Mûsilê dê ji aliyê aborî ve bandoreke cidî li Herêma Kurdistanê bike û ji saz û dezgehên navnetewî alîkarî xwestine.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê û rewşa koçberan de raporek amade kir.
Di rapora Wezareta Karên Navxweyî de hatiye ragihandin ku Herêma Kurdistanê hejmareke zêde koçber vehewandiye û ji bilî pirsgirêka ewlekariya civaka Kurdistanê rûbirûyê pirsgirêkên siyasî û darayî jî dibin.
Wezaretê diyar kir ku wan ji bo pêla nû ya koçberan ti amadekarî nehatine kirin û Herêma Kurdistanê jixwe niha tevî krîza darayî mazûbaniya milyonek û nîv koçberan dike.
Di raporê de derbarê mijara navborî de wiha hatiye gotin:
“Divê ewlekariya sivîlên li herêma şerî were standin. Heger şer di demeke kurt de jî xilas bibe tê pêşbînîkirin ku herî kêm dê 100 hezar koçber bêne Herêma Kurdistanê.
Heger şer dirêj bibe, şerê kolanan dê dest pê bike. Di vê rewşê de jî ji milyonekê zêdetir koçber dê bêne Herêma Kurdistanê. Li gorî pêşbîniyeke din jî 400 hezar koçber dê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.
Di heyam 6 mehên ewil ên îsal de ji xeynî xizmetguzariyên weke av û elektrîkê bo cih û kelşpelên xwarinê 275 milyon dolar hatiye xerckirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê herwiha di rapora xwe de hişyarî da ku heger Hikûmeta Iraqê û dezgeh û saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî alîkariya pêwîst nekin dê rûbirûyê karesateke mirovî bimînin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
