November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Barzanî: Hewlêr û Bexda liser Mûsilê rêkeftin!

Barzanî: Hewlêr û Bexda liser Mûsilê rêkeftin!

Çavkanî :Rudaw

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got ku Hewlêr û Bexda li ser wê yekê rêkeftine ku ji bo kontrol û serpereştiya rewşa piştî azadkirina Mûsilê komîteyekî hevbeş ê bilind bê avakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekî ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêmê hatiye belavkirin, ragihand, azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞê ji bo Herêma Kurdistanê pir giring e û mijareke sereke ya siyaseta Herêma Kurdistanê ye.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Pêwîstî dibînim ku ji hemû aliyan re rabigihînim ku ji bo kontrolkirina Mûsilê hemû amadekarî hatine kirin û di vê çarçoveyê de, di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de rêkeftin hatiye kirin. Di vê rêkeftinê de çawaniya operasyonê, kar û erkên hemû hêzên beşdarî operasyonê dibin, bi hûr û kûr hatiye diyar kirin.”

Serok Barzanî ragihand ku dê pêşmerge erkên xwe bicîh bîne û ji bo nehêlin rewşeke nexwestî bê jiyankirin dê hemû hewl bên dayîn.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Hêvîdar im operasyona azadkirina Mûsilê bi serkeftî encamp bibe û xelkê Mûsilê ji zulma DAIŞê rizgar bibin, xelkê koçber ên Mûsil û parêzgeha Nînowa bi hêminî vegerin malên xwe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi