Barzanî li eniya şer serkevtin ragihand
Çavkanî :Rudaw
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfranseke rojnamevanî de li Mêhwera Xazir, serkevtina qonaxa yekem a operasyona Mûsilê ragihand û got: Pêşmerge derbek kuje li DAIŞê daye û zêdetir ji 200 kîlometeryên çar goşe hatiye rizgarkirin.
Îro duşemî 17ê Cotmeha 2016, saet 16:00 Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Mêhwera Xazir konfranseke rojnamevanî derbarê operasyona îro ya Mûsilê li dar xist.
Mesûd Barzanî di wê konfransa rojnamevanî de ragihand: “Îro rojek dîrokî ye û ez destxweşî li hemû pêşmergeyên qehreman dikim û wan derbek kujer li dijmin daye.”
Barzanî herwiha ragihand, ev cara yekem e, Artêşa Iraqê û Pêşmerge pêk ve li cihekê beşdarî di şer de dikin û tekez kir, ku pêwîst e Pêşmerge û Artêşa Iraqê di operasyona kontrolkirina Mûsilê de agahdarî hev bin.
Barzanî tekez kir, ew dilniya ye ku Artêşa Iraqê dikare serkevtî be, lê li her cihekê be, Pêşmerge dê hevkariya wan bike.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, ku xedeq ji bo parastina pêşmerge ji êrişên DAIŞê tên kolandin.
Naveroka axavtina Barzanî li Mêhwera Xazir:
“Îro rojeke dîrokî ye, guhertinekê mezin e di şerê li dijî terorê de, ku demeke dûr û dirêj bû çendîn civîn di navbera serkirdeyên serbaziyên her du aliyan, Pêşmerge û Artêşa Iraqê de dihatin encmadan, da ku bigihîjin planeke hevbeş bo rizgarkirina Mûsilê.
Her bo vê mebestê, berî heyamekê me serdana Bexdayê kir û li gel cenabê Serokwezîr, birêz Heyder Ebadî em civiyan weke şanda Herêma Kurdistanê, li wê derê biryara dawî hat dan, ku em pêkve dest bi operasyonên bikin. Îro saet 06:00ê sibehî ku roja 17ê Cotmehê ye, operasyonê dest pê kir, spas bo xweda, ku serkevtinek gelek mezin bi dest hatiye.
Heta niha zêdetirî 200 kîlometreyên çar goşe hatiye rizgarkirin, ev qonaxa yekem e bo rizgarkirina Mûsilê û li rojhilata û li başûrê Mûsilê operasyonê dest pê kir û (operasyon) hevbeş e di navbera Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê de.
Li vir ez bi pêwîst dizanim spasiya hevpeymanan bikim ji bo wan piştevaniyên kirine bo wê operasyonê, destxweşî li hemû serbazên Artêşa Iraqê û hemû pêşmergeyên qehreman dikim, ku îro gelek geelk qehremanane, erkên xwe encam dan û derbên kujer li terorîstên DAIŞê dane û zirarên gelek mezin gihandine wan.
Ev yekem car e, xwîna Pêşmerge û Artêşa Iraqî di şerekî wiha de têkel dibe, ku li dijî terorîstên DAIŞê ye. Em hêvî dikim ku ev yek bibe sedema jêrxaneke bingehîn bo pêwedniya dahatî ya me li gel Bexdayê.
Em hêvîdar in înşalah ev operasyon bi awayekê serkevtî timam bibe û Mûsil were rizgarkirin, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku dawî bi terorê û terorîstan tê, lê belê ev yek ezmûneke gelek baş dibe û derseke geek bi nirx jî dibe, ji bo ku ji niha û pê ve em hemû arîşe bi rihê pêkvebûn, hevkarî û ji hev têgihîştinê çareser bikin. Ev yek nîşan dide ku ji niha û pê ve gerek hevkariyeke tevav di navbera Hewlêr û Bexdayê û hevpeymanan de bo rûbirûbûna terorîstan hebe.
Em xelkê Mûsilê jî dilniya dikin, ku pêkve, Pêşmerge û serbazên Artêşa Iraqê hemû hewlekê didin, em gelek ciddî jî hewl didin, ku ti zirar û ziyan negihîje wan û ti tolhildaek neyê kirin. (Wan dilniya dikin) ew vegerin ser jiyaneke tije serwerî û bextewerî û ji wê zîndan û zulma ku ketibûne tê de, rizgar bibin.
Di dawiyê de ez serxweşiya xwe digihînim kesûkarên wan şehîdan, çi serbazên Artêşa Iraqê û şi jî Pêşmerge, herwiha daxwaza zû başbûnê ji birîndaran re dikim.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî