شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Iraqê 2 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re terxan dike

Hikûmeta Iraqê 2 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê 2 milyar Dînar ji yedeka karesatan û bûyerên awarte ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re terxan kir.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê 2 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re terxan kir.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye jî, di civîna Encûmena Wezîran de razemendî hatiye dayîn ku 500 milyon Dînar ji aliyê Wezareta Darayî ve ji bo dabînkirina pêwîstiyên kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê were xerckirin.

Şeva17/12/2021ê, li 15 cihên Hewlêrê lehî rabû, di encamê de 12 kesan canê xwe ji dest dan. Parêzgarê Hewlêrê jî diyar kiribû ku ziyanên madî bi 21 milyar Dînar tên texmînkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li roja pêncşebê Yekîtî û Goran dê guhertinê di parêzgarê Silêmanîyê da bike

Lalish Duhok

Laliş Essien pêşwaziya endamê liqa 20 ya Partiya Demokrata Kurdistanê dike

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Nabe çav li ber wan kesan were girtin ku zêdegavî li ser milkê giştî dikin

Lalish Duhok