شبكة لالش الاعلامية

Komîsyona Hilbijartinan yekemîn pêngava referandûmê davêje

Komîsyona Hilbijartinan yekemîn pêngava referandûmê davêje

Rûdaw

Piştî Cejna Remezanê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, ji bo di referandûmê de li ser sandûqan kar bikin, dest bi wergirtina 60 hezar karmendan dike.

Serokê Civata Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Ev 60 hezar karmend ji bo birêxistina karên ser sandûqan dê werin erkdarkirin. Kar ne hêsan e û wext lazim e. lewma piştî bêhnvedana cejnê em ê dest bi wergirtina van karmanedan bikin.”

Hindirîn Mihemed da zanîn, ku ev karmend dê bi awayeke demkî, bi girêbest werin wergirtin û heqdestê wan jî dê 100 dolar be.

Roja 7ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel piraniya partiyên nav hikûmet û parlamentoyê civiya û roja 25ê Îlona 2017ê jî weke roja referandûma serxwebûnê, diyar kir. Vê biryarê li Iraq û navendên navdewletî deng veda û rastê karvedanên cuda hat.

Piştî vê yekê hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo xercên referandûmê 6 milyon dolar xiste ser hejmara bankê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê.

Beriya niha Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan, ji bo hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentoyê daxwaza 35 milyon dolaran kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mîrê Kuweytê dibe

Lalish Duhok

Şingal…Rêxistinek wê çar hezar awahiyan ava bike

Lalish Duhok

Papa Francis peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê re şand

Lalish Duhok