شبكة لالش الاعلامية

Du jin û zarokekî Kurd ên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Du jin û zarokekî Kurd ên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Duhok (Rûdaw) Du jin û zarokekî Kurd ên Êzdî vê êvarê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û gihiştin cihên aram.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan a ser bi Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Husên Kuro Qaîdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku 3 Kurdên Êzdî li Sûriyê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

Husên Qaîdî eşkere kir: “Bi alîkariya Ofîsa Taybet a Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hetanî niha 3 hezar û 352 kes hatine rizgarkirin, ev jî ji 6 hezar û 417 kesên ku di sala 2014an de ketibûn destê DAIŞê.”

Li gor gotina Husên Qaîdî, tenê di nav vê mehê de heta niha 27 Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îbrahîm GUÇLU: Qetlîama Şengalê û domandina trajediya Şengalê…

Lalish Duhok

Bingehê laliş dê cejna sersala êzdyan sax kit

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Divê di navbera bajaran de rêyên dualî bên çêkirin

Lalish Duhok