Bingehê Laliş: xembarîn û serexoşî bi wexerkirna semaheta” Mîr Tehsîn Beg” bi xem û kovaneka mezin ve, xeberê wexerkirna semaheta “Mîr Tehsîn Seîd Beg”,mîrê êzdiyan li Kurdstanê û cîhanê gehişte me piştî têkçona rewşa saxlemya wî li êk ji nexoşxanên Almanya li siba roja dûşembûyê 28/1/2019.
Em serexoşyê li xo dikeyn bivê xema mezin, û serexoşyên xo arastey xêzana mîrî û civata rohanî ya êzdyan û gişt êzdyan û gelê kurdistanê di keyn.
Wexerkrna semaheta “Mîr Tehsîn Seîd beg”xusareteka mezine bo êzdiyan jiber peywendyên berfrehـ yên mîrî li astê nafxoyî û herêmî û nêv dewletî,ev peywendyên kur jiber hekîmaneya xudê jê razî bûye l drêjahya wergrtina postê wek mîrê êzdyan li bitrî heftî salên borî da, ku ligel mezine rayedar û serok û serkrdeyan li astên nafxoyî û nêv dewletî cvyaye.
û em rolê wî li piştevanya şoreşên rizgarîxwaza kurdistanê jibîrnakeyn serbarî tev gvşatin û gef û hewên djî wî hatîne krn taybet li mawê hukmranya rjêma gur bi gor ya êraqê, ku pêgehê wî yê diyar li bûyerên nafxoyî û nêv dewletî hat berçavkirin.
Slav bo gyanê xudê jê razî “Mîr Tehsîn Seîd beg”،ku navê wî her dê mînt li bîrdank û wijdana me da, jiberku kesayetyekî dîrokî bû rêberya êzdiyan li kawdanên bi zehmet û nexoş da kirye.
ruha rehmanî nabit fanî
herdê zivrte berdestê wî xudanî
Desteya bilnda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî /Dhok 28/1/2019
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
