شبكة لالش الاعلامية

Pentagon: DAIŞ dawî pêgehên xwe ji dest dide

Pentagon: DAIŞ dawî pêgehên xwe ji dest dide

Hewlêr (Rûdaw) Wezîrê bi wekalet yê Berevaniya Amerîkayê ragihand, gelek nemaye ku DAIŞ li Sûriyê dawî pêgehên xwe ji dest bide.

Patrîk Şanahan dibêje, ew hêzên ku Amerîka li Sûriyê piştevaniya wan dike, ji konterolkirina dawî pêgehên DAIŞê nêzîk bûne.

Şanahan pêşbîniya xwe di wê bareyê de anê ziman û got, ku DAIŞ dê di dema kêmtir ji 2 heftiyan de dawî pêgehên xwe li Sûriyê ji dest bide.

Amerîka di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.

Herwiha Ajansa Îstîxbarat Nîştimanî ya Amerîkayê ragihand,  DAIŞ dê şêwaza şerê xwe biguhere û metirsiya wê rêxistinê berdewam e.

Ev herdu daxuyanî di demekê de ne, ku hêzên HSDê dawî navçeyên di destê DAIŞê de li nêzîk sînorên Sûriyê û Iraqê dorpêç kirine.

Herwiha HSD amadekariyan ji bo encamdana operasyona bidawîanîna serbazî ya DAIŞê li deverê dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dayikeke Êzidî: Kurê min ji Facebooka çekdarekî DAIŞê xwe gihand min

Lalish Duhok

Macid Şingalî: Heşdî Şeibî rê nade rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin

Lalish Duhok

Serok Masûd Barzanî:Spasî erk û keda mamostayên Kurdistanê dikim û em hemû xwe bi qerzdarê mamostayan dizanîn.

Lalish Duhok