شبكة لالش الاعلامية

Termê Mîr Tehsîn Beg dê hefteya bê derbasî Kurdistanê bê kirin

Termê Mîr Tehsîn Beg dê hefteya bê derbasî Kurdistanê bê kirin

BasNews – Kesekî nêzîkî mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg ragihand, termê Mîr Tehsîn Beg dê hefteya bê derbasî Kurdistanê were kirin.

Rojnamevanê êzîdî,Heso Hurmî ji BasNewsê re got, termê Mîr Tehsîn Beg dê roja 4 Sibata îsal derbasî Kurdistanê were kirin.

Heso Hurmî, ku yek ji xizmên Mîr Tehsîn Beg e, da zanîn, termê mîrê êzîdiyan dê bi rêka firokexaneya Hewlêrê ji Almanya bigihê Kurdistanê.

Beriya niha nûnerê êzîdiyan di nav hikûmetê de, Xeyrî Bozanî ji BasNewsê re gotibû, termê Mîr Tehsîn Beg dê ji aliyê serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî ve ji Almanya derbasî Kurdistanê bê kirin.

Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg roja 28 vê mehê û di temenê 86 saliyê de li Almanya wefat kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kemal Tolan: Hêvî dikim, hilbijartinên parlementoya HHK, ji bo destketina mafê hemû pêkhatiyên Kurdistanê bi xêr û serketî bin!

Lalish Duhok

Trajediya zarokê 4 salî

Lalish Duhok

NATO: Îran teknolojiya mûşekî ya metirsîdar pêşdixe

Lalish Duhok