Serok Barzanî pêşwazî li şandeya bilind a Hevpeymaniyên Teqedum û Ezm kir
BasNews – Îro 08.01.2022yê li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeya bilind a Hevpeymaniya Teqedum û Hevpeymaniya Ezm kir ku pêkdihat ji serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û serokê Hevpeymaniya Ezm Xemîs Xencer û Ehmed El Cibûrî.
Di hevdîtinê de danûstan derbarê pêşkeftinên di qada siyasî ya Iraqê û pêngavên rûniştina yekem a encûmena nûnerên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de hatin gotûbêj kirin.
Di heman hevdîtinê de behsa pêwîstiya li hev nêzîkbûna pêkhateyên Iraqê û li berçav girtina berjewendî û seqamgiriya Iraqê hate kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî