شبكة لالش الاعلامية

Kerkûk- Fîlmekî kurdî di 5 rojan de milyonek car hat temaşekirin

Kerkûk- Fîlmekî kurdî di 5 rojan de milyonek car hat temaşekirin  

BasNews– Çend xortên bajarê Kerkûkê kurtefîlmekî kurdî kişandin û li ser Youtube belav kirin, fîlmê wan di nava 5 rojan de ji aliyê milyonek kesan ve hat temaşekirin. 

Selman û hevalên wî li bajarê Kerkûkê kurtefîlmek kişandin û li ser Youtube belav kirin, ku di demeke kin de deng veda.

Fîlm 22 xulek e û aksiyon-komedî ye û jêrnivîsa Erebî heye. Fîlm behsa çîroka xortekî kurd dike ku serdana Hindistanê dike û vedigere Kurdistanê û weke senaryoyên fîlmên Hindî, bûyerên sosret û belawela bi ser wî de tên.

Di kanala Youtube ya Selman Vines de 608 hezar abone hene û beşeke mezin a vîdyoyên wî weke vine ye, ku vîdyoyên kurt ên henek û montaj in.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî bi şanda Kongresa Amerîkayê ya bi serokatiya Graham re civiya

Lalish Duhok

PSK: Jenosîda Şingalê nayê ji bîrkirin

Lalish Duhok

Serokwezîrê Iraqê: Ez ne Superman im

Lalish Duhok