Li Herêma Kurdistanê 1626 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1626 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 444 kes li Hewlêrê, 613 kes li Silêmaniyê, 436 kes li Duhokê, 51 kes li Helebceyê, 59 kes li Germiyanê û 23 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2234 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 404 kes li Hewlêrê, 958 kes li Silêmaniyê, 748 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 74 kes li Germiyanê û 20 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 286276
Mirin: 5302
Başbûn: 239295
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî