November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Fistiqên Sêrtê êdî li Zaxo jî hêşin dibin

Fistiqên Sêrtê êdî li Zaxo jî hêşin dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Zaxo Hecî Mihemed Mirad fistiqên ji Sêrta Bakurê Kurdistanê birin li nav erdê xwe de çand û di nav 6 mehan de hêşin bûn û gihîştin qonaxa fetrîmkirinê.

Hecî Mehmed Mirad ê ji navçeya Zaxo li Herêma Kurdistanê li ser pêşniyara Serokatiya Yekîtiya Weberhênana Fistiqan a Sêrtê, li 130 donim erdê li Zaxo libên fistiqan çand ajot û fistiqên wî êdî bûn şitil.

Hosteyên ji Bakurê Kurdistanê çûn li Zaxo şitil fetrîm kirin.

Serokê Yekîtiya Weberhênana Fistiqan a Sêrtê Şuayîp Aslan ragihand ku bi porjeyên ji sala 2003yan tên amadekirin ve fistiqên Sêrtê bi lez belav dibin.

Şuayîp Aslan destnîşan kir ku li bajêr hema bêje 4 milyon darên fistiqan hene û wiha pê de çû: “Bi salan me şitlên fistiqan ji bajarên dorberê dianîn û piraniya wan hişk dibûn û nedigirtin. Niha em hatin asteke wisa ku li dervayê welêt jî daran dadiçikînin. Li bajarê me ji hezarî zêdetir hosteyên şitilkirin û fetrîmkirinê hene. Ev tevkariyeke mezin dide karpêkirinê.”

Aslan diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê jî dest bi xebatan kirin û Wezîrê Çandinî û Avê yê Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî jî piştgirî da.

Aslan got ku Hecî Mihemed Mirad ê welatiyê Zaxo ji wir 6 meh berê libên fistiqên Sêrtê ji bo çandinê bir û li 130 donim çandin û wiha pê de çû: “Derbarê fistiqên Sêrtê de agahî wergirt û biryar da ku li erdê xwe jî vî karî bike. Di vê çarçoveyê de ji me alîkarî xwest. Fistiqên di sibatê de hatin çandin bi lez mezin bûn û hatin asta fetrîmkirinê. Hosteyên me yên ji vê derê çûn jî şitil fetrîm kirin. Em dê xizmetê bidin hemû herêmên Iraqê yên darên fistiqan lê digrin. Karkerên me yên ku ji vê derê diçin jî di rojê de 200 dolarî qezenc dikin. Karkerên me jî menûn in.”

undefined

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi