شبكة لالش الاعلامية

Pentagon: Di teqînên Efxanistanê de komek serbazên me hatin kuştin û birîndar bûn

Pentagon: Di teqînên Efxanistanê de komek serbazên me hatin kuştin û birîndar bûn

BasNews – Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, di teqînên îro yên Efxanistanê de “komek” serbazên wan hatin kuştin.

Îro danê êvarê li ber firokexaneya Kabula paytexta Efxanistanê du teqîn qewimîn ku yek ji wan xwekujî bû.

Li gorî agahiyan, di wê teqînê de gelek sivîl û serbaz hatine kuştin û birîndar bûne.

Pentagonê li ser wan teqînan ragihand, di wan teqînan de komek serbazên wan hatine kuştin û çendek jî birîndar bûne.

Pentagonê hejmara kuştî û birîndarên xwe eşkere nekiriye lê tê gotin ku herî kêm 4 serbazên Amerîkî hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Joe Biden ji Barzanî re serkeftin xwest

Lalish Duhok

Ji çalakiyên Bingehê Laliş Şingalê û ofîsên wê

Lalish Duhok

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Divê qaymeqamê Şingalê were diyarkirin

Lalish Duhok