March 15, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Operasyona Mûsilê dest pê kir

Operasyona Mûsilê dest pê kir

Çavkanî :TRT Nûçe

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyand ku operasyona Mûsilê ya ji bo ku bajêr ji destê DAIŞa rêxistina terorî bê rizgarkirin dest pê kir

Ebadî li ser televîzyona dewletê daxuyand ku operasyonê dest pêkiriye, bi tenê artêş û polês wê bikevin navenda bajêr.

– “Bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin”

Ebadî der barê operasyona Mûsilê de got ku bila gelê Mûsilê bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bike.

Serokwezîr Ebadî behsa pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê yên amadehiyên xwe dîtine û li eniyan bicih bûne, Pasevanên Neynewayê yên herêmî yên ku Tirkiyeyê perwerde dabû wan û hêzên şiî Heştî Şabî nekir.

Hedefên DAEŞê tên lêdan

Pêşmerge û yekîneyên topvanên DYAyê bona rizgarkirina Mûsilê li Eniya Xazirê xwe bicih kirin, dest pê kirin û ji eniyên cuda cuda hedefên DAEŞê lê didin.

Pêşmerge û yekîneyên topvanên DYAyê yên li Çiyayê Zerdek û gundê Hesenşamê yên li Eniya Xazira ku 40 kilomêtro dûrî navenda bajarê Mûsilê ye, hedefên DAIŞê ji bejayê lê didin. Herwiha eşkere bû ku di operasyonê da hêza pêşdar, Pêşmerge ye. Hat gotin ku artêşa Iraqê dê li pey Pêşmerge pêşda biçe. Hat destnîşankirin ku armanca pêşîn a operasyonê, rizgarkirina Hamdaniye û Qaraqûşa navçeyên Mûsilê ne. Peyamnerê AAyê yê li herêmê diyar kir ku DAIŞê heya niha li hemberî Pêşmerge muqawemeteke cidî nîşan neda.

Herwiha hat gotin ku milîtanên DAIŞê bona şêlûkirina asîman, lastîk şewitandin û agir berdan nefta xam a di xendekan da ku firokeyên hevpeymanê bi asanî hedefan nebînin. Ji ber hindê li asîmanê Mûsilê ewrên reş çêbûn.

Nuceyfî: Pasevanên Neynewayê yên ku leşkerên tirk ew perwerde kirin, beşdarî operasyona Mûsilê bûn

Waliyê berê yê Mûsilê û Fermandarê Pasevanên Neynewayê Esîl Nuceyfî destnîşan kir ku hêzên sunnî yên ku leşkerên tirk ew perwerde kirin, beşdarî operasyona Mûsilê bûn.

Nûceyfî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 2 hezar şervanên sunnî yên ku leşkerên tirk ew perwerde kirin, ji eniya Başîqayê ra tevlî operasyonê bûn. Nûceyfî diyar kir ku Pasevanên Neynewayê bi pêşmergeyan ra hereket dikin.

Ji aliyekî din va li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, gelek leşkerên Amerîkayê li Çiyayê Zerdekê, ku dikeve Eniya Xazirê û ji aliyê rojhilat va 40 kîlomêtre dûrî Mûsilê ye, xwe ediland. Yekîneyên topavêj yên Amerîkayê bi topên giran va deşta Mûsilê didin ber topan. Balafirên bê mirov jî li ser asîmanê Deşta Mûsilê digerin.

Li dijî DAIŞê ji sê eniyan operasyona hemdem

Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistana Iraqê daxuyand li Mûsilê dijî DAIŞa rêxistina terorî li Eniya Xazir, Giwêr û Geyyarayê di heman demê da operasyonê dest pê kir.

Ji wezaretê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û hat gotin ku ji saet 04.00î pê va pêşmergeyan li Eniya Xazira ku dikeve rojhilata Mûsilê û artêşa Iraqê jî li başûr eniyên Giwêr û Geyyarayê li dijî DAIŞê dest bi operasyonê kir.

Li gor daxuyaniyê li Eniya Xazirê ji sê milan va operasyonê dest pê kir, 4 hezar pêşmerge beşdarî operasyonan bûn, operasyon li gor peymana navbera Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û Hikûmeta Federal a Iraqê dewam dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi