‘Pêşmerge %40ê axa Mûsilê kontrol kir’
Çavkanî :Rudaw
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cabar Yawer di Konfransa Navenda Lêkolînê ya Rûdawê de aşkere kir, ku Pêşmerge %40ê parêzgeha Mûsilê kontrol kiriye, ku deverên Kurdistanî ne.
Cebar Yawer ku îro çarşemî 19ê Cotmeha 2016 beşdarî panêla yekem a ‘Konfrsana Kurdistan Piştî Operasyona Mûsil û Reqayê’ ya Navenda Lêkolîna Rûdawê bû, di axavtinekê de ragihand: “Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de gelek şehîd û birîndar dane. Herwiha di sala 2015 de me plana operasyona kontrolkirina Mûsilê danîbûn, lê belê şerê Rumadiyê bûye sedema paşxistina şerê Mûsilê, niha jî Pêşmerge û Artêşa Iraqê operasyonên xwe dest pê kirine.”
Cbar Yawer herwiha got: “Piştî ku çekdarên DAIŞê Mûsil û derdora wê di sala 2014ê de kontrol kirin, Hêzên Pêşmerge piştre karîn ji %40 axa parêzgeha Mûsilê kontrol bikin, weke: Şingal, Rebîe, Mexmûr, Xazir û Deşta Neynewayê. Artêşa Iraqê jî karîn sînorên parêzgeha Selahedîn, Rumad û Felûce û cihên din kontrol bikin.”
Derbarê giringiya operasyona kontrolkirina Mûsilê de jî, Yawer tekezî li ser wê yekê kir, ku operasyona kontrolkirina Mûsilê giringî û bandoreke mezin heye, bi qasî ku Dewleta Îslamî ya DAIŞê li Mûsilê rastî şepirzebûneke mezin hatiye û operasyonên bandor li ser dirûşmên DAIŞê jî hebûye.
Yawer wiha got: “DAIŞê piştî destpêkirina vê operasyonê, amaje bi wê kiriye ku DAIŞ maye û her dê bimîne, ku ev jî nîşaneyek e ku ew rêxistin ber bi nemanê ve diçe.”
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge destnîşan kir: “Piştî ku Mûsilê were kontrolkirin, DAIŞ hingê mezintirîn bajar ji dest dide, çimku DAIŞ Mûsilê weke navenda xelafeta xwe dibîne û hemû navendên bingehîn û giring ên xelafeta xwe li Mûsilê danîne. Bi kontrolkirina Mûsilê, êdî wehma xelafeta DAIŞê bi tevahî tê şikandine.”
Navenda Lêkolînê ya Rûdawê konfransek derbarê bandora kontrolkirina her du bajarê Mûsil û Reqayê li ser pêşeroja Kurdistanê li dar xistiye.
Konfrans bi navnîşana “Konfrsana Kurdistan Piştî Operasyona Mûsil û Reqayê” ye û heyama 2 rojan berdewam dibe. Di konfransê de çend panêl derbarê; Banora şerê Mûsilê li ser Herêma Kurdistanê, bandora siyasî ya şerê Mûsilê li ser Herêma Kurdistanê û bandora şerê Mûsilê li ser welatên herêmê tên pêşkêşkirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî