شبكة لالش الاعلامية

Lane Zengene klîpek nû belav dike

Lane Zengene klîpek nû belav dike

Çavkanî :Rudaw

Hunermenda stranbêj a Kurd, Lane Zengene bo cara yekem beşek ji klîpa xwe bi rêya Rûdawê belav kir, ku mûzîk û strana wê bi şêwaza pop berhem hatiye.

Lane Zengene di bareya klîpa xwe ya nû de ji Rûdawê re ragihand: “Hemû karên vê vîdyo klîpê bi dawî bûne û di demek nêzîk de dê were belavkirin.”

Lane Zengene got: “Min di vê berhemê de çend stran amade kirine, ku mûzîk û stranên wan bi şêwaza Pop hatine tomarkirin. Li gel wê çendê jî şêwaza wênegirtin û tomarkirina dîmenan bi awayekê gelek profesyonel û li Hewlêrê hatiye encamdan.”

Zengene tekez kir: “Min çend stranên hunermend Nûrî Germiyanî, yên weke Melengê û Beyan dubare kirine, ku li Tirkiyê karê dabeşkirin û tomarkirina mûzîka wan hatiye encamdan. Yûsif Leşkerî jî bi şêweyeke gelek cuda karê derhêneriya wî klîpî kiriye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parêzgarê Duhokê serdana çar qezayên ku lehî lê rabibû kir

Lalish Duhok

Hebandina ruh (Ruhparêzî)

Lalish Duhok

Bingehê Laliş cejna Newrozê pîrozdike

Lalish Duhok