شبكة لالش الاعلامية

Şingaliyan êrişa Tirkiyê li ser Rojava şermezar kirin

Şingaliyan êrişa Tirkiyê li ser Rojava şermezar kirin

BasNews – Li bajarê Şingalê jî komek welatî li dijî êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.

Endamê encumena bajarê Şingalê, Xelîl Hesen ji BasNewsê re got, duhî li Şingalê komek welatî kom bûn û li dijî êrişên Tirkiyê li ser Rojava nerazîbûn nîşan dan.

Xelîl Hesen her wiha got, ew karesata ku sala 2014 hat serê xelkê Şingalê niha tê serê xelkê Rojavayê Kurdistanê. Ji ber wê jî xelkê Şingalê êşa wan baş dizanin û daxwaz dikin êrişên Tirkiyê demildest bên sekinandin.

Wî endamê encumena Şingalê behsa alîkariyên ku xelkê Rojava dabûn wan di dema êrişên DAIŞê de û got, di dema karesata 2014 de xelkê Rojava mîna xelkê Herêma Kurdistanê, dergehê malên xwe ji me re vekirin. Em jî amade ne dergehê malên xwe bo wan vekin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

BI bejdarbuna Bingehê Laliş rêwresmên destpêkirina şeşemîn fistevala Duhok ya rewşenbîrî hat gêran

Lalish Duhok

Viyan Dexîl li UN ê: Hîn bêhtir ji 4 heza û 200 jin û zarokên Êzidî di bin destê DAIŞê de ne

Lalish Duhok

YBŞê li Şingalê êrişî tîma Rûdawê kir

Lalish Duhok