Bi wêne: Di teqîna Amedê da 8 kes hatine kuştin û zêdetir ji 100 kesan jî bîrîndar bûn
Li bajêrê Amedê yê bakurê Kurdistanê teqînekê rûda, hejmareka endamên hêzên êmnahîya Tirkîyê hatine kuştin.
Peyamnêrê War ragîhand, teqîn li himber bingehê polîsên çalakîyên sivîl li taxê Rêzan yê Amedê hatîye kirin. Parêzgarê Amedê jî ragehand teqîn ji alîyê PKKê ve hatîye kirin, wezîrê dadê yê Tirkîya Bekîr Bozdag jî da zanîn di teqînê da hijmareka polîsan hatîne kuştin, hejmareka welatîyên sivîl jî jîyanê xwe jidestdane. Birîndarên teqînê jî bo nexweşxaneyên Amedê hatine rakirin.
Peyamnêrê War li Amedê da zanîn jî, teqîn bi rêka trombêleka bombekirî hatîye kirin. Partîya karkerên Kurdistanê PKKê jî di daxuyanîyekê da berpirsatîya xwe ji teqîna îro ya Amedê ragîhand.
Serok wezîrê Tirkîyê li dor teqîna Îro ya Amedê ragihand ku 2 pilîs û 7 welatîyên sivîl jîyana xwe ji dest dana û zêdetir ji 100 kesindin jî birîndar bûne
Post Views: 83
تُتاح هذه الصورة أيضا في:
Kurdî