شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta herêma Kurdistanê gotinên şîretkarê serbazî yê Xamineyî retkir

Hikûmeta herêma Kurdistanê gotinên şîretkarê serbazî yê Xamineyî retkir

Hikûmeta herêma Kurdistanê, bersiva şîretkarê serbazî yê Elî Xameneyî, rêberê şoreşa îslamî ya Îranê da û ragehand; gotinên şîretkarê Xameneyî bê binemane û dûrin ji rastîyê.

Sefîn Dîzeyî peyvdarê hikûmeta herêmê bo kenalê BBC ya Farsî got: gelek caran berpirsên bilindên Îranê, gotin û daxuyanîyên bê binema û dûr ji rastîyê didin, li dor alîkarîya serbazî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bo partîyên rojhilata Kurdistanê, lê di rastîyê da, hikûmeta herêmê peywendîyên baş ên dostane digel Îranê hene û hemû daxuyanîyên berovajî dostînî û peywendîyên herdu alîyan, çi rastîyek bo nîne.

Ev di demekî daye ku doh Yehya Rehîm Sefewî, şîretkarê serbazî yê Elî Xameneyî, rêberê şoreşa îslamî ya Îranê gotibû, serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêmê, bi hemahengîya konsolxaneya Siûdîyê li Hewlêrê, alîkarîya partîyên opozîsyon yên Îranê dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêkxrawek dê harîkaryîa jinên zerer lê ketî bike

Lalish Duhok

Welatên cîhanê bêrêziya li hember Qurana Pîroz şermezar dikin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî li ser dabeşkirina yekem mûçeyên dîjîtalî peyamek belav kir

Lalish Duhok