شبكة لالش الاعلامية

Barzanî, Trump vexwand Kurdistanê!

Barzanî, Trump vexwand Kurdistanê!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serkeftina namzedê Partiya Komarî ya DYAyê Donald Trump pîroz kir û got, “Em bi dilgermî dixwazin li Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li serokê nû yê Amerîkayê bikin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Encumena Wezîran de hat destnîşankirin ku Gelê Kurd ji gotinên Birêz Donald Trump ku di wexta kampanyaya hilbijartinan de kiribû, agadar in û bi kelecanî li benda wê alîkariyê ne.

Di berdewiya daxuyaniyê de wiha pê de çû:

“Ez bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê wê, serokê nû yê Dewleta Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump pîroz dikim û hêviyên serkeftinê ji wî re dixwazim.

Wexta li Amerîkayê hilbijartina serokatiyê dihat kirin,me operasyoneke mezin pêk dihanî da ku terorîstên DAIŞê li Mûsil û derdora were derxistin.

Gelê Herêma Kurdistanê ji gotinên Birêz Donald Trump ku di wexta kampanyaya hilbijartinan de piştgiriya xwe ji bo Hêzên Pêşmerge diyar kiribû, agadar in û bi kelecanî li benda wê alîkariyê ne.

Li dijî DAIŞ û komên radîkal di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de îtîfaqeke xurt heye û Herêma Kurdistanê di çarçoveya vê îtîfaqê de ji bo hemû kar û erkên hevbeş amade ye.

Li ser vê yekê, em kêfxweş in ku li Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li serokê nû yê Amerîkayê bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serxweşîya Riataza û FNDK bo kirasguhastina Şêx Şamo

Lalish Duhok

Barzanî bo Mîr Hazim: Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta Êzidiyan bikin

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

Lalish Duhok