شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê Berevaniya Tikriyê bo balyozê Iraqê: Nabe PKK li Şingalê bimîne

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, ew bi ti awayî qebûl nakin hêzên PKKê li devera Şingalê bimînin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikrî Işik îro pêşwazî li balyozê Iraqê li Enqerê, Hîşam Ellawî kir.

Li gorî ajansa Anadolu ya Tirkiyê, di wê hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Tirkiyê ji balyozê Iraqê re gotiye, Tirkiye naxwaze PKK li Şingalê bimîne.

Hat gotin ku Fikrî Işik û Hîşam Ellawî li ser wê yekê li hev kirine ku nabe PKK û hêzên nêzîkî wê li Şingalê bicîh bibin.

Derheqê hebûna hêzên Tirkiyê li Başîkê de jî Wezîrê Berevaniya Tirkiyê gotiye, her gava ku rewşa Iraqê aram bû wê çaxê dê hêzên xwe ji Başîkê vekişînin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş damezrêner û xebatkarên wexerkiriyên xizmeta Bingehî kirîn ji bîrnake

Lalish Duhok

Heftenameya Bas du hefte berê rêkeftina Tirkiye û Iraqê li ser Şingalê eşkere kiribû

Lalish Duhok

Rêwresmên îmzakirin û belavkirina pertoka (Derdê Dila) hatine gêran

Lalish Duhok