شبكة لالش الاعلامية

Çekdarên jin ên DAIŞê 130 xort û zarok kuştin!

Çekdarên jin ên DAIŞê 130 xort û zarok kuştin!

 

Parlamentoya Iraqê ragihand, çekdarên jin ên DAIŞê li nav Mûsilê de 130 xort û zarok kuştine û cenazeyên wan jî bi stûnên elektrîkê ve daliqandine.

 

Serokê Lêjneya Mafên Mirov li parlamentoya Iraqê, Ebdulrehîm Şemerî îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, çekdarên jin ên DAIŞê 130 xort û zarok li bajarê Mûsilê dane ber guleyan û paşê cenazyên wan bi stûnên elektrîkê ve daliqandine.

 

Serokê Lêjneya Mafên Mirov bang li hikûmet û artêşa Iraqê kir, di azadkirina deverên di destê DAIŞê de lezê bikin û wan deveran zû rizgar bikin.

 

Wî parlamenterê Iraqî her wiha got, rewşa xelkê Mûsilê pir xirab û şepirze ye û DAIŞ jî li ser kuştin û komkujiya xelkê berdewam e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

VÎDEO- Keçika 2 salî bi keviran kuşt

Lalish Duhok

şandekî desteya bilinda bingehê laliş yadaştnameyek di gel çend bingehan yên pêkhateyên Kurdistanê îmza ki

Lalish Duhok

Serok Barzanî biryara Parlamentoya Almanya ya naskirina jenosîda Êzidiyan bilind dinirxîne

Lalish Duhok