شبكة لالش الاعلامية

Çekdarên jin ên DAIŞê 130 xort û zarok kuştin!

Çekdarên jin ên DAIŞê 130 xort û zarok kuştin!

 

Parlamentoya Iraqê ragihand, çekdarên jin ên DAIŞê li nav Mûsilê de 130 xort û zarok kuştine û cenazeyên wan jî bi stûnên elektrîkê ve daliqandine.

 

Serokê Lêjneya Mafên Mirov li parlamentoya Iraqê, Ebdulrehîm Şemerî îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, çekdarên jin ên DAIŞê 130 xort û zarok li bajarê Mûsilê dane ber guleyan û paşê cenazyên wan bi stûnên elektrîkê ve daliqandine.

 

Serokê Lêjneya Mafên Mirov bang li hikûmet û artêşa Iraqê kir, di azadkirina deverên di destê DAIŞê de lezê bikin û wan deveran zû rizgar bikin.

 

Wî parlamenterê Iraqî her wiha got, rewşa xelkê Mûsilê pir xirab û şepirze ye û DAIŞ jî li ser kuştin û komkujiya xelkê berdewam e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şêxanê 7 rojan şîna Mîrê Êzidiyan e

Lalish Duhok

Seîd Cirdo serokê desteya Bilinda Bingehê Laliş beşdarî Li bîranîna 35 saliya Enfala Badînan de kir.

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziyê li biryara Almanyayê ya nasandina jenosîda Êzidiyan dikin

Lalish Duhok