شبكة لالش الاعلامية

Kurdên êzidî bi rêwresmeke ayinî vegeriyane Başikê

Kurdên êzidî bi rêwresmeke ayinî vegeriyane Başikê

Çavkanî :Rudaw

Piştî rizgarkirina navçeya Başîkê, kurdên êzidî yên akinciyên vê navçeyê, bi rêwresmeke taybetî vegeriyane cihê xwe.

Piştî zêdetirî 2 salên dagirkeriya DAIŞê, navçeya Başîkê di nava vê hefteyê de bi operasyoneke berfireh ji çekdarên DAIŞê hate paqijkirin.

Navçeya Başîkê dikeve 20 kîlometre bakûrê rojhilatê Mûsilê. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniya navçeyê bi giştî 140 hezar kes bûn ku ji sedî 70 ji wan kurdên êzidî, ji sedî 20 mesihî û ji sedî 10 jî misliman û şebek bûn.

Hêzên Pêşmerge ev du heftebûn Başîk dorpêçkiribûn. Roja 7ê Mijdarê jî bi operasyonekê navçe hate kontrolkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li ser biryara Serok Barzanî hêzeke mezin a PDKê ket nava Wezareta Pêşmerge

Lalish Duhok

Gorekê dî yê bi kom li Şingalê hate dîtin

Lalish Duhok

Wezîra Entegrasyona Koçberan a Almanyayê: Biryara naskirina jenosîda Êzîdiyan gaveke dîrokî ye

Lalish Duhok