شبكة لالش الاعلامية

Kurdên êzidî bi rêwresmeke ayinî vegeriyane Başikê

Kurdên êzidî bi rêwresmeke ayinî vegeriyane Başikê

Çavkanî :Rudaw

Piştî rizgarkirina navçeya Başîkê, kurdên êzidî yên akinciyên vê navçeyê, bi rêwresmeke taybetî vegeriyane cihê xwe.

Piştî zêdetirî 2 salên dagirkeriya DAIŞê, navçeya Başîkê di nava vê hefteyê de bi operasyoneke berfireh ji çekdarên DAIŞê hate paqijkirin.

Navçeya Başîkê dikeve 20 kîlometre bakûrê rojhilatê Mûsilê. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniya navçeyê bi giştî 140 hezar kes bûn ku ji sedî 70 ji wan kurdên êzidî, ji sedî 20 mesihî û ji sedî 10 jî misliman û şebek bûn.

Hêzên Pêşmerge ev du heftebûn Başîk dorpêçkiribûn. Roja 7ê Mijdarê jî bi operasyonekê navçe hate kontrolkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî:pêwîstiya Iraqê bi stratejiyekê heye daku aştî û aramî tê de peyda bibe

Lalish Duhok

Şêx Şamo serkeftina berêz Zelîmxan pîroz kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Erşîfê Laliş wê bibe çavkanî ji bo hemî Cîhanê

Lalish Duhok