شبكة لالش الاعلامية

Qayîmeqamê Şingalê: PKK li hember nûavakirina Şingalê asteng e

Qayîmeqamê Şingalê: PKK li hember nûavakirina Şingalê asteng e

Çavkanî :Basnews

Qayîmeqamê bajarê Şingalê yê Kurdistana Başûr dibêje, PKK hêzeke ne qanûnî ye li Şingalê û li pêşiya nûavakirina Şingalê jî asteng e.

Îro bi helkefta yekemîn salvegera azadkirina Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve, li Şingalê merasimek hat sazkirin û hebûna PKKê jî li wê deverê bi tundî hat şermezarkirin.

Bi wê helkeftê, qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re axivî û got, azadkirina Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve destkeftek mezin e û ji hemû kurdên êzîdî re bûyerek girîng e.

Mehma Xelîl behsa hebûna hêzên PKKê li Şingalê jî kir û got, lê ji ber hebûna hêzên PKKê heta niha tiştek ji Şingalê re nehatiye kirin. PKKê piraniya avahiyên fermî yên bajêr dagîr kiriye û nahêle Şingal were avedankirin.

Qayîmeqamê Şingalê anî ziman ku ji bilî PKKê, çend gundên Şingalê jî di destê DAIŞê de ne û carcaran êrişî Şingalê dikin lê ji aliyê Pêşmerge ve tên şikandin. Ev jî yek ji wan sebeban e ku li hember nûavakirina Şingalê asteng in.

Wî rayedarê Şingalê diyar kir ku ti mafekî PKKê nîne li Şingalê bimîne û got, eger alîkariye me kiribûn em spasiya wan dikin lê divê bizanin cihê xebata wan ev der nîne. Divê ji ku hatine vegerin wir. Ti îhtiyaca me bi PKKê tine. Şingal di destê Pêşmerge de ye û Pêşmerge ew der azad kiriye û diparêze jî.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji Kaniyên Yezdaniyê: Ayîna Xûramî di Jêderên Îslamî da

Lalish Duhok

Xetîra Agirê Newrozê li Şingalê tê vêxstin

Lalish Duhok

Barzanî û Brett McGurk behsa rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kirin

Lalish Duhok