شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Em hewl didin êzidî bi xwe qedera xwe diyar bikin

Barzanî: Em hewl didin êzidî bi xwe qedera xwe diyar bikin

Çavkanî :Rudaw

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Douglas Silliman derbarê qonaxa piştî kontrolkirina Mûsilê û pêşeroja siyasî û ewlehiya vî bajarî de gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro yekşemî 13ê Mijdara 2016 di dauxyaniyeke nivîskî de ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li bajarokê Pîrmam ê girêdayî Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Douglas Silliman û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de, Barzanî û Douglas “derbarê qonaxa piştî rizagrkirina Mûsilê, guhertin û pêşhatên siyasî û ewlehiyên deverê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de” gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyanyê, Douglas pîrozbayiya serkevtinên Hêza Pêşmerge di operasyona Mûsilê de li Barzanî kir û pêzanîna welatê xwe jî li hember hemahengî û karê hevbeş ê navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê ragihand. Herwiha hêvî kir, ku ew yek di warê asayişa deverê de, bibe zemîneyek bo çêkirina pêwendiyeke stratejîk ê navbera her du aliyan.

Barzanî jî di hevdîtinê de behsa wê kiriye, ku hemehengî di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de bûye sedema serkevtin û destkevtên baş.

Di beşeke din a daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, ku Barzanî di hevdîtinê de ragihand: “Her ji şoreşa Îlonê ve kar bo wê yekê hat kirin, ku êzidî beşdarî xebata siyasî ya gelê xwe bin û rê ji çewandina wan were girtin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha ji şandeya Amerîkayê re gotiye: “Heta niha jî hewla me ev e ku êzidî bikarin bi xwe xwediyê çarenivîsa (qedera) xwe bin û Herêma Kurdistanê û Pêşmerge alîkariay êzidiyan didin, da ku berevaniyê li xwe bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê goristaneke dîrokî ya Kurdên Êzidî derxiste holê

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Nadiye Murad kir

Lalish Duhok

Iraq alîkariya darayî dide jinên rizgarbûyî yên Kurdên Êzidî

Lalish Duhok