شبكة لالش الاعلامية

Mezinekî Şingalê: Ew Şingaliyên tevlî PKKê bûne piranî endamên berê yên partiya Beis bûne

Mezinekî Şingalê: Ew Şingaliyên tevlî PKKê bûne piranî endamên berê yên partiya Beis bûne

Çavkanî :Basnews

Qayîmeqamê berê yê bajarê Şingalê dibêje, piraniya wan Şingaliyên ku tevlî PKKê bûne berê endamên partiya Beis a Iraqê bûne.

Qayîmeqamê berê yê Şingalê Meyser Hecî Salih ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, PKK li Şingalê hêzeke ne qanûnî û ji derveyî Herêma Kurdistanê hatiye Şingalê. Divê ji wir derkeve.

Meyser Hecî Salih her wiha gotiye, tenê beşek biçûk ji xelkê Şingalê tevlî PKKê bûne. Lê ew jî hêdî hêdî jê vediqetin. Ewên ku di nav PKKê de jî mane, piranî endamên berê yên partiya Beis a Iraqî bûne.

Wî mezinê Şingalê amaje bi wê yekê jî kir ku ew hêzên PKKê bi navên cuda li Şingalê bicîh bûne û ji aliyê Bexdayê û Heşda Şeibî ve tên piştgirîkirin û got, ew alîkariya hikûmeta Iraqê heta hetayî namîne. Bexda jî dê îro yan sibê pişta xwe bide wan û li dijî wan derkeve çimkî Bexda jî dizane ew serêşî ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ronkirnek ji Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ve

Lalish Duhok

Elî Teter: Em dê pêşangeheke taybet bi berhemên tehîna Amediyê vekin

Lalish Duhok

Keçeke 10 salî ya Kurda Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Lalish Duhok