شبكة لالش الاعلامية

Barzanî û nûnerê Obama civiyan

Barzanî û nûnerê Obama civiyan

Çavkanî :Rudaw

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Barack Obama yê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk li navçeya Pîrmamê ya Hewlêr civiyan û operasyona kontrolkirina Mûsilê gotubêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê îro Şemiyê 3yê Berfanbarê  li Hewlêrê pêşwaziya Brett McGurk, Balyozê Amerîka li Iraq Douglas Silliman û Konsolê Amerîka li Hewlêr Ken Gross kir.

Di civînê de Nûnerê Barack Obama yê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk, ji bo rola Pêşmerge û serkirdayetîkirin û destpêşxeriyên Mesûd Barzanî li ser navê rêveberiya welatê xwe sipasî kir.

Brett McGurk herwiha ji bo şikandina DAIŞê û serkeftinên dawî pîrozbayî li  Pêşmerge kir.

Di civînê de herwiha behsa operasyona kontrolkirina Mûsilê hat kirin û McGurk xweşhaliya xwe ji bo hemahengî û alîkariya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de nîşan da û ragihand ew berhemên pêşniyar û nerînên Mesûd Barzanî bûn.

Di beşeke din ya civînê de behsa rewşa siyasî û dawî pêşhatên navçeyê kirin û tekezî li ser hemahengî û şêwira berdewamî ya herdû aliyan hat kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Şah Charles III kir

Lalish Duhok

Serokê hikûmeta Kurdistanê rizamendî da: Êdî zarokên otîstîk dê belaş bên dermankirin

Lalish Duhok

Wezîrê Navxwe: Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê

Lalish Duhok