شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî derheqê şewitandina alaya Kurdistanê de peyamek belav kir

Serok Barzanî derheqê şewitandina alaya Kurdistanê de peyamek belav kir

Çavkanî :BasNews

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derheqê şewitandina alaya Kurdistanê de li bajarê Amûdê yê Kurdistana Rojava peyamek belav kir.

Duh li bajarê Amûdê yê Kurdistana Rojava, alîgir û hêzên asayişa PYDê êrişî ofîsa partiyên endamên ENKSê kiribûn, li endam û alîgirên wan partiyan dabûn û alaya Kurdistanê şewitandibûn.

Derheqê wê bûyerê de, Serok Barzanî di daxuyaniyekê de şewitandina alaya Kurdistanê şermezar kir.

Peyama Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

Ez spasiya xelkê xweragir ê bajarê Amûdê dikim ku parêzvanên resent û nîştimanperweî û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê ne. Ez we pîroz dikim ku bi bêhinfirehî û berxwedanê alaya Kurdistanê diparêzin. Alaya Kurdistanê alaya xwîna şehîdan û sembola pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye. Ez we arxalîn dikim ku rêça niştimanperwerî û rûhê kurdinî û resentiyê dê bi ser keve û rûreşî jî dê bo wan bimîne yên alaya Kurdistanê dişewitînin û xort û gencên kurd îşkence dikin. Lê ew dê her baca wan tawanên xwe bidin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Du welatî li Şingalê hatin revandin

Lalish Duhok

Dû kesayetîyên Êzidîyên Sûrya serdana Bingehê Laliş li Duhokê kirin

Lalish Duhok

Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê serdana perestgeha Lalişê kir

Lalish Duhok