Serok Barzanî derheqê şewitandina alaya Kurdistanê de peyamek belav kir
Çavkanî :BasNews
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derheqê şewitandina alaya Kurdistanê de li bajarê Amûdê yê Kurdistana Rojava peyamek belav kir.
Duh li bajarê Amûdê yê Kurdistana Rojava, alîgir û hêzên asayişa PYDê êrişî ofîsa partiyên endamên ENKSê kiribûn, li endam û alîgirên wan partiyan dabûn û alaya Kurdistanê şewitandibûn.
Derheqê wê bûyerê de, Serok Barzanî di daxuyaniyekê de şewitandina alaya Kurdistanê şermezar kir.
Peyama Barzanî wiha ye:
“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,
Ez spasiya xelkê xweragir ê bajarê Amûdê dikim ku parêzvanên resent û nîştimanperweî û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê ne. Ez we pîroz dikim ku bi bêhinfirehî û berxwedanê alaya Kurdistanê diparêzin. Alaya Kurdistanê alaya xwîna şehîdan û sembola pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye. Ez we arxalîn dikim ku rêça niştimanperwerî û rûhê kurdinî û resentiyê dê bi ser keve û rûreşî jî dê bo wan bimîne yên alaya Kurdistanê dişewitînin û xort û gencên kurd îşkence dikin. Lê ew dê her baca wan tawanên xwe bidin.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî