شبكة لالش الاعلامية

bingehê laliş:cejna rojyên êzî derfeteka jibo xurtkirina hevgirtina civakî

bingehê laliş:cejna rojyên êzî derfeteka jibo xurtkirina hevgirtina civakî

cejna rojîyên ezî bi ser meda tet û l demê ku êzidî derbazdibin di kawdanêt sext û djwarda digel hebûna nezîkî 400hezar awara li kempêt şepirze li bin fişara sermaya zivstana djwar ، nebtnê nizm bûna djwar ya pleyên germatyê belku di wan harîkaryên digehne xelkê me dwan kempanda jî kem buyne ، zîdebarî azarên bi hzarên xîzana ewên kêm deramet yên dxanyêt kirê da djîn . cejna rojyên îzî delîveke bo hemyan jibo xurtkirna gyanê karkirna bi kom û pştevanî û harîkarya hejarên pêwîst ، û eu delîveye jbo xurtkrna hevgrtna civakî ya ku cvakê êzdî cuda diket ji civakên dîtr .

û em li desteka bilndya bingehê laliş yê rewşenbîrî û civakî، me hemî ta û nivîsîngehên xo arstekrbûn jibo pêşkêşkrna harîkaryên pêdvê bo xelkê me û her ta û nivîsîngehek li dûv şyanên xu yê berdest ، û ev çende hate encamdan ji layê kadrên me li wan ta û nivîsîngehan ، sereray ku em bi hîvî bûn pitr hatba kirin belê divît em di waqî bin û em karbken li dûv wan şyanêt me heyn .

û ji layekî dîve em dûpat dikeyn ku çi cejn û helkefteka aynî ramana xo nîne dçarçovê hebûna pitr ji 2500 grtî ji jin û keç û zarokên me di destê rêkxrawa tîrurstya DASH da ، em bangewazya xo dgehînne hemî layenên peywendîdar jibo zêdekrna hewlên xo ji pêxemetî rizgarkrna wan xelkê meyên girtî ji destê dirndetrîn rêkxstya tîrurstî di çerxê nûda .

slav bo gyanê şehîdên karesata şingalê û slav bo gyanê şehîdên pîşmerge yên xo krîne qurbanî ji pexemetî azadkrna pitrya axa kurdstanê û bi taybetî Şingal û Başîk û Behzanê .

desteya bilnda bingehê laliş yê rewşenbîrî û cvakî dihok

15\12\2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nivîsîngeha Laliş Dugirê alîkarî bi ser amadeya Şarya ya awaran parvekir.

Lalish Duhok

Biruskên Serxweşîyê bo yek ji serokên civaka êzdîyên Kurdistanê Şêx Şamo III

Lalish Duhok

Serdana Dibistana Sêcê ya xwandina Kurdî hat kirin

Lalish Duhok