شبكة لالش الاعلامية

Balyozê Rûsya yê Enqerê hat kuştin

Balyozê Rûsya yê Enqerê hat kuştin

BasNews 

Balyozê Rûsya yê Enqerê, ku di encama êrişa çekdarî de birîndar bibû, can da.

Îşev balyozê Rûsya yê Enqerê Andrey Karlov, di merasima vekirina pêşangeheke hunerî de rastî êrişa çekdarî hatibû û bi giranî birîndar bibû.

Ajansa RIA ya Rûsî ragihand, balyozê Rûsyayê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî medyaya Tirkiyê, ew kesê ku êrişî balyozê Rûsyayê kiribû, xwe wek polîs dabû nasîn û derbasî cihê merasimê bibû.

Ajansa Anadolu jî da zanîn, êrişkar ji aliyê polîs ve hat kuştin. Hinek çavkanî dibêjin, êrişkar pasewanê balyozê Rûsyayê bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Qamişlo şêniyên taxa Tey vedigerin malên xwe

Lalish Duhok

Iraqê Kûpaya Kendavê bi dest xist

Lalish Duhok

Zanîngehek herî mezin ya cîhanî kursa zimanê Kurdî ji bo xwendevanan vedike

Lalish Duhok