شبكة لالش الاعلامية

Parêzgarê Duhokê: Emê pirsgirêka cotkaran çareser bikin

Parêzgarê Duhokê: Emê pirsgirêka cotkaran çareser bikin

BasNews – Beşek ji cotkarên parêzgeha Duhokê gazind û giliyên wan heye ku genimê wan wek pêwîst li sayloyan nayê wergirtin û parêzgarê Duhokê jî dibêje, dê wê pirsgirêkê çareser bikin.

Parêzgarê Duhokê Dr. elî Teter ragehand: ‘’Hemwelatiyên parêzgeha Duhokê çi pirsgirêkekî wan hebe, mafê wane gazinda bikin. Lê divê ragehandin bi awayekî dirust û bê cudayî hemû gazindeyan veguhêze. Ew cotkarên gazindên wan heye, du roj berî naha serdana koordînatoriya parêzgehê kiribûn û ji aliyê cîgirê parêzgar ve pêşwazî li wan hatibû kirin. Di wê demê de ez li derveyî parêzgehê bûm. Eger na hemû demekî ez amade me guh bidim pirsgirêkên xelkê û mafê wan heye gazindên xwe bigehînin me.’’

Parêzgarê Duhokê teqez kir: ‘’Ez li gel wezîrê bazirganî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê axaftime û heman demê de li Hewlêrê jî civînek hatiye kirin û em teqez dikin tişta ku ji destê me bê, emê cîhbicîh bikin û bi piştevaniya xwedê pirsgirêkên cotkarên parêzgeha Duhokê emê çareser bikin.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê pesnê hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lihevkirinê da

Lalish Duhok

Hifzullah Kutum: Gotina ‘Bijî Kurdistan’ ne tawan e

Lalish Duhok

Hinartîyê taybet yê serokê Amerîka li demekî nêzîk dê Mûsil bê rizgarkirin

Lalish Duhok