شبكة لالش الاعلامية

PDK û YNKê li ser bilezkirina pêgavên yasayî û siyasî ji bo encamdana hilbijartinan lihev dikin

PDK û YNKê li ser bilezkirina pêgavên yasayî û siyasî ji bo encamdana hilbijartinan lihev dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li bajarê Silêmaniyê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat: “Her du alî ji bilî ku destpêşxeriya Serok Barzanî bilind dinirxînin ku di dema pêwîst de hatiye, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn in ku ligel aliyên din gavên pratîkî ji bo birêveçûna vê destpêşxeriyê bavêjin, ji bo navmala Kurdistanê birêk bixe û rûpeleke nû di hemû pêwendiyan de veke.”

Her di daxuyaniyê de hat, “Her du politburoyên PDK û YNKê siyasî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dikin ji ber pesendkirina projeya rêkxistina darayî ku projeya hemû aliyên pêkhênerên Kabîneya Nehemîn e.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de PDK û YNKê dibêjin: “Her du alî hevnêrîn bûn li ser bihêzkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêşxistin û bilezkirina pêgavên yasayî û siyasî ji bo encamdana hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê di dema diyarkirî di îsal de.”

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Her du alî dixwazin ku her kes be di berdewamiya atmosfera biratiyê, karê bi hev re û nehîştina derzên berê de, hevkar be.”

Di dawiya daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat: “Her du alî biryar dan ku weke tîmekê kar bikin û zincîreyek civînên din jî bikin ji bo dabînkirina atmosfereke libar di warê qanûnî û siyasî de, bo encamdana hilbijartinan û rûbirûbûna kêşeyên ku li herêmê hene.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê‌ Laliş Almanya pîrozbahya kongrê‌ Konfîdrasyona Revenda Kurdistanî dikt

Lalish Duhok

Di 7 salan de 494 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Bingehê Laliş xortê Êzdî yê pileya çarê li ser astê Asiyayê bidestxistî xelatkir

Lalish Duhok