شبكة لالش الاعلامية

Encûmena Wezîran tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser budceyê dike  

Encûmena Wezîran tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser budceyê dike  

BasNews– Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê piştevaniya rêkeftina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a li ser budceyê dike û ji fraksiyonên Kurdistanî daxwaz dike ku berevaniya mafên destûrî û heqên darayî yên Herêmê li nav projeyasaya budceyê bikin.

Îro Çarşemê 7ê Hezîranê, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de Serokwezîr ronahî xiste ser pêşhateyên herî dawî yên projeyasaya budceya Iraqê bo sala 2023-2025 û mijara hewlên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di çarçoveya wê rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de hatiye îmzekirin.

Encûmena Wezîran piştevaniya xwe ji bo rêkeftina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a li ser budceyê dûpat kiriye ku encama gotûbêjeke sift û li ser bingeha yasayî û zanistî û dadperwerane bû, loma dakokiyê li desteberkirina mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dike.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxwazê ji hemû fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê dike ku bi hevahengî û ji bo yekrêziyê, berevaniyê li mafên destûrî û heqên darayî yên Herêmê di nav projeyasaya budceya Iraqa Federal de bikin.

Di beşa duyem de Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî raportek li ser dariştina koda bînasaziyê û nûkirina proseya rêdayîna bînakirin bi arasteya kontrolkirina şêwazê li jîngeha bînasaziyê û rêgirtina li binpêkirin û garantîkirina selametiya pêkhateyan.

Encûmena Wezîran bi boneya hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê û destbikarkirina kabîneya nû ya Tirkiyê, pîrozbahiyê li Recep Tayyip Erdogan û endamên kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê dike û bi hêviya pêşveçûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ye li ser bingeha cirantiya baş û berjewendiyên hevbeş.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Civata Êzîdiyên Sûriyê ji ENKSê vekişiya

Lalish Duhok

Keçeke Êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye dest bi jiyaneke nû kiriye

Lalish Duhok

Sazeyeka europî seredana bingehê‌ laliş li Duhokê‌ kir

Lalish Duhok