شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê bombebaran

Li Şingalê bombebaran

Hewlêr (Rûdaw) – Balafireke bê firokevan beriya kêliyekê Komelgeha Xanesorê li Şingalê bombebaran kirin.

Li gor agahiyan, dronekê avahiyek li navenda Komelgeha Xanesorê kiriye armanc.

Nûçegihanê Rûdawê li herêmê ragihand, ku du caran li ser hev navenda bajarokê Xanesorê hatiye bombebarankirin.

Derbarê zirrarên muhtemel de hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Herwiha hêj nayê zanîn ku dron a kîjan welatî bûye. Lê belê navçeya Şingalê berê çendîn caran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.

Li aliyekê din, medyayên nêzîkî PKKê ragihandine, ku dorneke keşfê li ser esmanê Kampa Penaberan a Mexmûrê digere, lê hêj ti agahî têkildarî êrîşa ser kampê nehatiye belavkirin.

Komelgeha Xanesorê ser bi nahyeya Sinûnê ve ye ku dikeve qezaya Şingalê. Sinûnê dikeve bakurê rojavayê Şingalê û li sînorê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nêzîk e.

Rêvebirê Nahyeya Sinûnê, Xudêda Çukê derbarê êrîşa îro ya li Xanesorê de ji Rûdawê re ragihand: “Beriya demjimêrekî, Tirkiyê dever bombebaran kir, şahidên bûyerê gotin ku nêzîkî navendeke Polîsan hatiye armanckirin. Lê heta niha ti birîndar nrakirine nexweşxaneya Sinûnê.”

Xudêda Çukê herwiha diayr kir: “Ew cihê hatiye armanckirin, nêzîkî navenda polîsan a Xanesorê ye û navenda polîsên Iraqê ye.”

 

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî ligel Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê civiya

Lalish Duhok

Serok Barzanî danîna Baba Şêxê nû yê êzdiyan pîroz kir

Lalish Duhok

Firokeyên Tirkiyê binke û otomobîlên PKKê li Şingalê dan – Kuştî û birîndar hene

Lalish Duhok