شبكة لالش الاعلامية

Serokê Encûmena Şingalê daxwazek li rêveberiya siyasî ya kurd dike

Serokê Encûmena Şingalê daxwazek li rêveberiya siyasî ya kurd dike

BasNewsSerokê encûmena Şingalê amaje bi vê dike ku, PKKê hêza xwe li Şingalê belav kiriye û bi niyeta wan a xwe vekşandinê tuneye.

Serokê encûmena Şingalê Weys Nayîf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em daxwazê li rêveberiya siyasî ya herêma Kurdistanê dikin, divê bo vekşandina PKKê li Şingalê demek diyar kirin, ji ber wisa diyar dike ku rêveberên PKKê yên li qadê guhdariya ti kesekî nakin.’’

Herwaha diyar kir, PKKê hêza xwe belav kiriye û ‘’Guh nadin ti kesekê’’ ji ber vê jî daxwaz li wan hatiye kirin, ku sînorê Şingalê nebezînin, lê ti sûda wan gotinan tuneye û diyar kir: ‘’Her roj bi wesayîtên cam reş û hêzên leşkerî ve bi Şingalê de hatûçûnê dikin, rawestgah danîne û ji hêzên Pêşmerge jî pirs dipirsin.’’

Serokê encûmena Şingalê daxwaz li rêveberiya kurd kir, demekê bo valakirina Şingalê diyar bikin û ragehand: ‘’Eger na navçe dê aloz bikin, ji ber di vê demê de rêveberên wan ên li qadê ragehandine ku guh nadin fermana ti kesekê û Şingalê vala nakin, bi taybet gotine guh nadin vê yekê jî ku di nav PKKê de behsa vekişînê tê kirin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Hewlêr û Bexda liser Mûsilê rêkeftin!

Lalish Duhok

Şingal- Ji ber tirsa duristbûna şer di navbera PKKê û hêzên Iraqê xelkê careke din dibin penaber

Lalish Duhok

Li Kafeya Zembûlê tenê jin kar dikin

Lalish Duhok