شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêmê û şandeke Wezareta Berevaniyê yê Amerîkayê civiyan

Serokê Herêmê û şandeke Wezareta Berevaniyê yê Amerîkayê civiyan

Hewlêr (K24) – Şandeke bilind a Amerîkayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya û tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê kir. Şanda mêvan piştevaniya welatê xwe ya ji bo berdewamiya alîkarî û piştevaniya Iraqê û Herêma Kurdistanê dupat kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê li Hewlêra paytext pêşwaziya şanda ku ji Cîgira Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane û dîplomatên Balyozxaneya Amerîkayê yê Iraqê pêk hatibû kir.

Di civîna ku Serokerkanê Hêzên Pêşmerge û berpirsên Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn, peywendiyên Amerîkayê yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga li ser çareserkirina pirsgirêkên wan hatin gotûbêjkirin û her wiha pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê û proseya çaksaziyê ya di nav Wezareta Pêşmerge de mijarên civînê bûn.

Di civînê de her wiha tekezî li ser wê yekê hate kirin ku DAIŞ heta niha jî hem li Iraqê û hem jî li Sûriyê metirsî ye û tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş di şerê li dijî metirsiya DAIŞê de ji bo parastina destkeftan hate kirin.

Şanda Amerîkayê dûpat kir ku ew dê di alîkarî û piştevaniya ku ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê têne kirin de berdewam bin.

Di hevdîtinê de tekezî li ser wê yekê jî hat kirin ku pêwîst e hewlên zêdetir bên dayîn da ku proseya çaksaziyê ya di nava Wezareta Pêşmerge de bi ser bikeve.

Şanda Amerîkayê spasiya hewldan û rola çalak a Nêçîrvan Barzanî di vê proseyê de kir û dûpat jî kir ku Amerîka li ser piştgîriya proseyê berdewam e.

Şanda mêvan her wiha silavên Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî gihandine Nêçîrvan Barzanî.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir

Lalish Duhok

Heyder Şeşo partiyekê nû ava dike

Lalish Duhok

Pertokeka nû li ser Êzdyan hate îmzakirn û belavkrn

Lalish Duhok